Parêzgarê Dihokê: Li Dihokê 200 alîgirên DAIŞê hatin girtin

 

Dihok (Rûdaw) – Parêzgarê (walî) Dihokê Ferhad Etroşî eşkere kir ku li Dihokê derdora 200 kes bi tohmeta alîgirtî û dostaniya DAIŞê hatine girtin lê beşek ji wan dîsa hatine berdan.

Parêzgarê Dihokê Ferhad Etroşî, di hevpeyvîneke digel Rûdawê de ragihand, li Dihokê gellek kes bi tohmeta alîgirtî û hevaltiya DAIŞê hatine girtin.

Ferhad Etroşî da zanîn ku nêzîkî 200 kes bi carekî hatibûn girtin lê di nav wan de ti berpirs yan rayedarekî DAIŞê tinebû, tenê alîgir û dostên DAIŞê bûn lê hinek ji wan piştî lêpirsîn û lêkolînê hatin berdan.


Etroşî her wiha li ser kirîza benzînê û rexneyên ku vê dawiyê li wî hatine kirin jî got, çi ji destê min bê ezê xizmeta gelê xwe bikim û eger gotinekî min jî xelet hatibe famkirin, ez daxwaza lêborînê dikim...

Hevpeyvîna digel Ferhad Etroşî dê îro were pexşkirin.