Galeriya wêneyan

18-06-2020
17 Photos
Bilind T. Abdullah

Hewlêr (Rûdaw) – Dîlan û Mesûd hevjînên hev in û li Hewlêrê dijîn û dema 4 salan e ku zewicîne. Piştî ku Mesûd karê xwe ji dest dide, hevjîna wî, Dîlan biryar dide ku kar bike û di xwedîkirina malabtê û peydakirina debara jiyana malbatê de alîkariyê bide.

Dîlanê li ser cadeyeke taxa Bextiyarî ya bajarê Hewlêrê dest bi firotina şerbeta mêweyan kiriye û bi karê xwe bûye çavkaniya peydakirina dahatê ji malbata xwe re.

Dîlan dayka zarokekî sê salî ye, lê ji ber rewşa aboriya malbata xwe, rojane ji saet 7ê êvarê heta 12ê şev bi karê xwe ve mijûl e. Dîlan ji Rûdawê re dibêje: “Ev karê ez dikim, hem ji bo debara min bi xwe ye, hem tiştekî baş e ku şerbeteke sirûştî didim xelkê, ku ji sûdê digihîne tendirustiya wan.”

Ew herdu hevjîn nêzîkî salekê ye ku wî karî dikin. Mesûd, hevjînê Dîlanê dibêje, wî pêştir li kafeteryayekê kar kiriye, lê karê xwe ji dest daye. Ew dibêje: “Dema Dîlan a hevjîna min behsa fikra xwe kir, min piştgirî da wê, niha ew kar dike û ez çavdêriya zarokê me dikim.”

Dîlan hemû rojan cilûbergên Kurdî li xwe dike û li ser karê xwe amade be. Ew spasiya şaredariya Hewlêrê û xwediyê wî erdî dike, ku rê dane wê bê beramber li ser kar bike.