Lijneya Wezîran: Herêma Kurdistanê her dem faktoreke girîng a aştî û aramiyê bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku ew ji bo çareserkirina pirsa mûçeyan di xebatên xwe de berdewam in.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Çarşemê, ji bo gotûbêjkirina babetên mûçe, rewşa herêmê, dirêjkirina biryara lêborînê ya ji sedî 20 li ser cezayên hatûçûnê û damezrandina derçûyên koleja pizîşkî ya giştî civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî civînê ragihand ku wan nameyek ji Dadgeha Federal a Îraqê re şandiye û got:

"Em hêvîdar in ku Dadgeha Federal di bersiva nameyê de di berjewendiya xelkê Kurdistanê de biryareke erênî bide.

Bi taybetî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên xwe yên destûrî bicîh anîne û dixwaze di beramber de, rêz li mafên wê yên destûrî bê girtin û şayîsteyên wê yên darayî bên şandin."

Babeteke din a civînê taybet bû bi rewşa herêmê û şerê di navbera Îran û Îsraîlê de.

Hikûmetê tekezî li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir, "ku her dem li dijî şer, alozî û wêrankariyê bûye û wekê her car, dê bibe faktoreke girîng a aştî, aramî û seqamgiriyê û nabe cihê gefê ji bo ti welatekî cîran û ti aliyî."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha da zanîn ku Herêma Kurdistanê piştgiriyê dide her hewleke "ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan bi rêya diyalog û dan û standinan û parastina aştî û ewlehiyê ya li Îraq, Herêma Kurdistanê û herêm."

Li gor daxuyaniyê, Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di civînê de ji bo cezayên trafîkê ji sedî 20 bên efûkin pêşniyar kir ku dema wê 6 mehên din jî bên dirêjkirin.

Ev pêşniyar ji aliyê Lijneya Wezîran a Herêma Kurdistanê hatiye pesendkirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha dibêje ku di civînê de, Wezîrê Tenduristiyê Saman Berzincî û Sekreterê Lijneya Wezîran Amanc Rehîm  pêşniyareke ji bo damezrandina derçûyên koleja bijîşkî ya giştî pêşkêş kiriye.

Li gor daxuyaniyê, biryara damezrandina derçûyên koleja bijîşkî ya giştî li ser mîlakê Wezareta Tenduristiyê hatiye dayîn.

Her wiha, ji Wezaretên Darayî û Aboriyê, Wezareta Tenduristiyê û Lijneya Giştî ya Xizmetê hatine raspardin ku rêkarên pêwîst ji bo damezrandina wan bigirin ber.