Li Hewlêrê leşkerekî Amerîkayê mir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), diyar kir ku doh leşkerekî wan li Hewlêrê miriye.

Wezaretê ragihand ku leşkerê wan ê bi navê Saul Fabian Gonzalez ne di şer de, ji ber "sedemên xwezayî" miriye.

Pentagonê da zanîn ku Saul Fabian Gonzalez 26 salî bûye û ji bajarê Pullmanê yê eyaleta Michiganê bûye.

Li gorî daxuyaniya Pentagonê li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.