Amed (Rûdaw) - Hin pêşengên komele û saziyên sivîl ên bakûrê Kurdistanê dixwazin kurd li rojavayê Kurdistanê bi hev re, bi yek dengî û di bin banê yek desteyek de beyî berjewendiyên partiyan li ser berjewendiyên hevpar ên neteweyî siyaset bikin û statûya xwe misoger bikin.
19'ê Tîrmehê ji aliyê PYD'ê ve wekî ''şoreşa rojava'' tê bi nav kirin û li ser vê yekê jî dû sal derbas bûn. Di vê pêvajoyê de kantonên ku hatibûn ava kirin hê jî ne mîsoger in. Rêxistinên sivîl ên bakûrê Kurdistanê didin zanîn ku ji bo li rojavayê Kurdistanê kurd bikaribin statûyeke mîsoger bi dest bixin divê başûrê Kurdistanê jî piştgiriya wan bike.
Îsmet Aydemîr- Berdevkê Inisiyatîfa Azadî: Divê ku hemû aliyên kurd ji peymana Hewlêrê re rêz bigrin û ji nû ve zindî bikin. Di heman demê de divê ku rayêdarên başûrê Kurdistanê jî peywira ku dikeve ser wan bicîbînin û alîkariya rojavayê Kurdistanê bikin.
Hin rêxistinên bakûrê Kurdistanê jî balê dikşînin li ser yekitiya kurdan û didin zanîn ku kurd di pêvajoyeke gelek dîrokî de ne û divê ku vê pêvajoyê bikarbînin û li gorî berjewendiyên netewî tevbigerin.
Îmam Taşçier, Serokê DDKD'ê: Her çiqas PYD li rojavayê Kurdistanê rêxistineke xûrt û mezin be jî, li wir rêxistin, partî, eşîr û sazî û dezgehên cûr be cûr jî hene. Divê ku ev rêxistinên henê di nav xwe de mutabaqatekî ava bikin. Ger li hev nekin û hevûdû nas nekin, dinya jî wan nas nakê û satatûya wan jî mîsoger nabê.
Rêxistinên bakûrê Kurdistanê di heman de anîn ziman ku fersendekî mezin ketiye destê kurdan. Divê hemû kurd û perçeyên Kurdistanê piştgiriya rojavayê Kurdistanê bikin û li hemberî zilm û zordestiyê wan tenê nehêlin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse