Duhok (Rûdaw) – Sê roj berî niha pêşmergeyekî Fermandariya Duhokê dema li ser peywira xwe bû, mar pêve da û ew rakirin nexweşxaneyê, lê belê îro di nexweşxaneyeke taybet de koça dawî kir.
Roja 15ê vê mehê Haşim Emîn Ebdurehman li gundê Eyn Iwêz li bereya Naweran dema li ser peywira xwe bû mar pêve da, piştî ew gihandin nexweşxaneyê, her ku dem derbas bû rewşa pêşmerge jî xirabtir bû, îro piştî nîvro (18-07-2018) li Nexweşxaneya Vîn a Taybet, li bajarê Duhokê jiyana xwe ji dest da.
Elî Emîn ku birayê pêşmerge Haşim Emîn e, nexweşxaneya hawarçûnê ya Duhokê bi "xemnexwarinê" tohmetbar dike û dibêje: “Nexweşxaneyên Zaxoyê û tîmên 122 alîkariya birayê min kirin, lê dema em gihiştin nexweşxaneya hawarçûnê ya Duhokê, wan ji bo birayê min ti tişt nekir, ji me re gotin cih tine, me bi neçarî ew veguhest Nexweşxaneya Vîn a Taybet.”
Emîn herwiha diyar kir: “Li Nexweşxaneya Vîn a Taybet nojdar ji me re got ku derziyê dijî jehr bînin, lê ne ew derzî bû, ji ber vê yekê birayê min jiyana xwe ji dest da.”
Berpirsê Tîma Tendirustî ya Pêşmerge li Bereya Sihêla Serdar Salih ji Rûdawê re ragihand: “Kêliya ewil ve tîmên me dermankirinên destpêkê ji bo Neqîb Haşim kir, piştre me ew gihand nexweşxaneya Zaxoyê, me li wir derziyê dijî jehra mar lêda, lê li nexweşxaneya Duhokê weke pêwîst nehat dermankirin.”
Cîgirê Rêveberê Nexweşxaneya Hawarçûnê ya Duhokê Dr. Ebdullah Îhsan ji Rûdawê re ragihand: “Dema gihiştina peşmerge dermankirina pêwîst hat kirin û me derziyê dijî jehra mar da, lê belê çavdêriya sift bi nexweşan tijî bû û me got tijî ye, xizmên wî yekser ew bir Nexweşxaneya Vîn.”
Dr. Ebdullah Îhsan gotinên "derziyê dijî jehra mar tinebû" red dike û dibêje: “Ne tenê ji aliyê me ve derzî hat lêdan, piştî veguhestina bo Nexweşxaneya Vîn, me derzî şand wê derê jî.”
Li ser sedema wefatê jî Dr. Ebdullah Îhsan diyar kir: “Jehra mar li ser hinek mirovan pir bandor dike, ew pêşmerge jî yek ji wan bû, gelek bandor li ser kiribû. Hemû dermankirinên pêwîst hatin kirin, lê qedera wî wisa bû ku canê xwe ji dest da.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse