Li Duhokê %80 karûbarê rêveberiya trafîkê bûye elektronî
Duhok (Rûdaw) - Ji sedî 80 yê karûbarên birêveberiya trafîkê li parêzgeha Duhokê bûye elektronî û niha piraniya karûbarên wê rêveberiyê bi rêya kompiyuterê tên encamdan.
Bi elekteronîkirina karûbarên wê rêveberiyê, bandor li ser kêmkirina lêçûn û qerebalixiya welatiyan hebûye, û bi awayekê bilez mameleyên welatiyan tên birêvebirin.
Herwiha Rêveberiya Trafîka parêzgeha Duhokê dixwaze di dema dahatî de hemû karûbarên birêveberiyên xwe bike elekteronî, ew yek jî weke hêsankariyek ji bo welatiyên wê parêzgehê.
Berpirsekî Rêveberiya Trafîkê ya Duhokê dibêje, bi sîstema nû û meşandina karûbaran bi awayekê eletronî, hêsankarî ji xelkê parêzgehê re çêbûye.