COLEMÊRG - Rojdaya 14 salî winda ye
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çelê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê Rojda Asmîn Edîşa 14 salî ev 2 roj in winda ye.
Malbata Rojdayê ya li ku gundê Aşûtê Çelê dijî ragihand ku keça wan 16ê Tîrmehê ji malê derketiye û venegeriyaye.
Piştî ku hewldanên malbatê yên lêgerînê bê encam man, wan ji bo dîtîna keça xwe hêzên ewlehiyê û aliyên pêwendîdar agahdar kirin .
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, cendirme, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûn gundê Aşûtê.
Tîman li gund û derdora gund dest bi operasyoneke berfireh a lêgerînê kir.
Di embareke daran de çenteyek hat dîtin ku tê texmînkirin yê Rojda Asmînê be.
Di nava çente de cil û berg, nasname û hinek kel û pelên wê yên şexsî hatin dîtin.
Hat ragihandin ku xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Rojda Asmîn Edîşê berdewam dikin.