DAIŞ ji şervanên jin ên YPGê ditirse!
Hewlêr (Rûdaw)- Rojnemaya amerîkî ya Wall Street Journalê di raportekê de behsa şerê navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û çekdarên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê kiriye û ragihandiye, çekdarên DAIŞê ji şervanên jin ên YPGê ditirsin û ji wan direvin.
Çekdarên DAIŞê dema dadikevin şer û dibihîsin ku gerîlayên YPGê yên jin di nav şer de hene hêrs dibin û eniya şer diterikînin.
Ji ber ku li gorî baweriya çekdarên DAIŞê, eger ew bi destê gerîlayên jin ên YPGê bên kuştin dê neçin bihiştê!!!