VÎDEO - Weşana zindî ya Rûdawê li nav kolanên Hesekê

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên Artêşa Sûriyê îro bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Piştî bombebaranê Rûdawê bi awayekê zindî dîmenên nav bajarê Hesekê weşand.

 

Bo yekemîn car firokeyên şerî yên Artêşa Sûriyê îro pênşemî êrişî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kirin. Di vê êrişê de firokeyên Sûriyê çend baregeh û navendên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirin armanc û dane ber bombeyan.

 

Li gorî zanyariyan, îro Taxa Mihlec, Bazara Hurre, Navenda Giştî ya Asayişê, Navenda Asayişa Til Hecer, Ofîsa Pêwendiyên YPGê, Taxa Aciz Xeşman û Taxa Kilas ji aliyê firokeyên şer û topxaneya Artêşa Sûriyê rastî êrişan hatin.

 

Piştî êrişa firokeyên Sûriyê, Rûdaw dîmenên nav bajarê Hesekê bi awayekê zindî weşand.

 

Di weşana zindî ya Rûdawê li nav Hesekê dihat xuyakirin, ku rewşa bajêr hêdî hêdî asayî dibe û welatiyên bajêr hêdî hêdî bi otomobîlên xwe di nav kolan û cadeyan de dest bi liv û tevgerê kirine.

 

Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl ragihandiye, di encama topbaran û bombebaranan de şehîd û birîndaran hene, lê heta niha bi awayekê fermî hejmara şehîd û birîndaran nehatiye ragihandin.

 

Ji duh çarşemiyê ve şer û pevçûn li bajarê Hesekê di navbera şervanên YPGê û hêzên Asayişa Rojava li milekê û Artêşa Sûriyê û hêzên ser bi hikûmetê li milekê din derketiye.

 

Di encama wan pevçûnan de, li gore zanyariyên heyî heta niha 14 leşkerên Sûriyê hatine kuştin û 2 endamên Asayişa Rojavayê Kurdistanê jî şehîd bûne.