Jineke Kurd di girtîgeheke Îranê de hewl da xwe û zaroka xwe ya 2 mehî bikuje

Hewlêr (Rûdaw) - Suida Xedîrzade bi sedemên siyasî hatiye giritn û di girtîgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê de ye, ji ber şert û mercên nava girtîgehê derman da zaroka xwe ya 2 mehî û piştre bi desmalê, xwe daliqand lê girtiyên din zû ew ji mirinê rizgar kirin.

Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê, ew bûyer îro Pêncşemê 18ê Tebaxa 2022an li beşa jinan a Girtîgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê qewimî.

Li gorî wê raporê, tenduristiya Suida Xedîrzade û zaroka wê têk çûye û ew rakirine beşa tenduristiya girtîgehê, heta dema amadekirina vê nûçeyê de jî tenduristiya wan baş nebûye.

Roja Sêşema 16ê Tebaxa 2022an jî beşa îstixbarata Girtîgeha Urmiyê û Hêzên Îtlaata Îranê Suida Xedîrzade bang kiribûn û jê xwestibû wan kesan ji wan re eşkere bike ku zanyaryên beşa jinan ya girtîgehê didin rêxistinên mafê mirovan.

Suida Xedîrzade, 32 salî ye û ji bajarê Pîranşarê yê serbi parêzgeha Urmiyê  ye. Roja 14ê meha 10 ya sala 2021ê li Pîranşarê hate binçavkirin, piştre bo Urmyê hat şandin. Heya niha jî li dadgehê cezaya wê nehatiye diyarkirin. Dema hate binçavkirin dûcanî bû, roja 20ê meha 6 ya 2022ê, çend rojan berî zaroka xwe bîne ser dinyayê, ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin, piştî ku zaroka çêbû, carek din vegerandin girtîgehê.