Amed - Otomobîl wergeriya: 6 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya 6 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Amed û navçeya wê Farqînê li nêzikî gundê Tileloyê otomobîlek ji kontrola şofêr derket û qulîbî.

Di qezayê de kesên bi navê Recep D., Ferit D., Yalçın Ş., Mehmet Ş., Harun D. û Miraç D birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyên Amedê.