Li Siwêregê qeza: 2 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê otomobîlek wergeriya û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla bi plakeya 71 ACJ 323 a ku nasnameya ajokarê wê hîn nehatiye zanîn, li ser rêya Siwêreg-Rihayê di kîlometreya 30yemîn de ji kontrolê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

2 kesên di otomobîlê de li cihê qezayê jiyana xwe ji dest da.

Her sê kesên birîndar jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.