Derbiya Bakurê Kurdistanê: Erzirom mêvanê Amedê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Bakurê Kurdistanê Amedspor û Erzurumspor îro tên pêşberî hev.

Di hefteya duyem a Lîga 1em a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor mazûvaniya Erzurumsporê dike.

Maç dê saet 21:30î li Stadyuma Amedê were lîstin.

Lîstik dê li ser kanalên beIN Sports 2 û TRT Sporê bi awayekî zindî bê weşandin.

Amedspora ku di hefteya yekem de li deplasmanê têk çû xwe ji 3 puanan re jidandiye û alîgirên wê jî eleqeyeke zêde nîşanî vî lîstikê didin.

Li aliyê din, tîma Erziromê jî ku di hefteya yekem de 3 puan bi dest xistin naxwaze li Amedê puanan ji dest bide.

Her du tîmên Bakurê Kurdistanê heta niha 6 caran hatine pêşberî hev.

Erzurumspor 3 caran, Amedspor jî carekê bi ser ketiye û 2 maç jî wekî hev mane.