Konsulxaneyê pasaporta bazirganekî Kurd a 1928an parve kir

Hewlêr (Rûdaw) - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê pasaporteke sala 1928an a bazirganekî Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê belav kir.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyên pasaporteke Keyaniya Îraqê belav kir ku sala 1928an li Bexdayê hatibû dayîn.

Konsulxaneyê di parvekirina xwe de wiha got:

"Pasaport belgeyeke girîng e ku kar hêsan dike da ku xelk bikaribe çandên herêmên cuda yên cîhanê nas bike û bazirganiya navneteweyî bike.

Em dixwazin wêneyê pasaporteke kevn a Keyaniya Îraqê ku sala 1928an li Bexdayê hatiye dayîn, bi we re parve bikin.

Pasaport a welatiyekî Kurd ê Îraqê ye."

Di belgeya ku hatiye belavkirin de navê xwediyê pasaportê wekî Selîm Yûsif xuya dike.

Yûsif sala 1887an ji dayîk bûye û li Helebceyê jiyaye.

Pasaporta wî di serdema Keyaniya Îraqê de 4ê Nîsana 1928an li Bexdayê hatiye dayîn.

Di belgeyê de hem bi Erebî û hem jî bi Îngilîzî nivîs hene.

Konsulxaneyê her wiha spasiya Bawar Fexredîn Selîmê kurê xwediyê pasaportê kir ku wêneyên pasaporta dîrokî parve kirine û got:

"Em spasiya Bawer Fexredîn Selîm dikin ku beşek ji dîroka malbata xwe û Îraqê bi me re parve kir"

Keyaniya Îraqê sala 1921ê hat damezrandin û sala 1932yan ji Brîtanyayê serxwebûna xwe ragihand.

Yekemîn daîreya fermî ya ku li Îraqê kar û barên pasaport û rûniştinê bi rê ve dibir, sala 1917an hatibû damezrandin.

Piştî avakirina hikûmetê ya sala 1921ê, bi yasaya hejmar 3 a ku sala 1923yan hat derxistin, rêziknameyên taybet ên derbarê pasaportan de hatin amadekirin.

Bi vê parvekirinê re bal hat kişandin ser rola dîrokî ya Kurdên Başûrê Kurdistanê ya di jiyana civakî û bazirganî ya Îraqê de.