DAIŞê li Gulale gundek kontrol kir
Germiyan (Rûdaw) – Çekdarên DAIŞê li sînorê bajarokê Gulale yê ser bi navçeya Xaneqîn gundê Qaye kontrol kirin. Fermandarê Pêşmerge diyar dike ku sê kesên ji niştecihên gund bi giranî birîndar bûne.
Fermandarê Fewca Yek a Lîwaya 3 ya Piyade ya Hêzên Pêşmerge Ehmed Mistefa ji Rûdawê re ragihand: “Di saat 22:30ê de çekdarên DAIŞê ku hejmara wan 40 kes bû, êrişî gundê Qaye kirine ku niştecihên gund Erebên Şîe ne û gund kontrol kirine. Çekdaran sê mal û du otomobîl şewitandine. Niştecihên gund jî aware bûne.”
Ehmed Mistefa diyar kir: “DAIŞ bi hawên, BKC û RPG êriş kirine ser gund. Niştecihên gund nêzîkî 40 xulek li hember wan li ber xwe dane, lê belê DAIŞê gund kontrol kiriye, ji ber pevçûnan sê kes bi giranî birîndar bûne, herwiha du kes jî winda bûne, ku guman heye hatibin kuştin.”
Li ser sedema êrişa DAIŞê ya ser gundê Qaye, Fermandarê Pêşmerge Ehmed Mistefa diyar kir: “Şêniyên gund ji mezheba Şîe ne. Çend roj berî niha DAIŞ ji wan xwestiye ku bîranîna Îmam Husên nekin, lê wan guh nedane gefên DAIŞê û alayên xwe rakirine, ji ber ku peywendiya beşek ji niştecihên gund bi Esayîbê Ehlê Heq re heye, wan çek dane ji bo parastina xwe.”