Penîrê Wanê hat tescîlkirin

18-09-2018
RÛDAW
Nîşan Penêr Wan TURKPATENT Tescîl
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Xebatên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (TSO) ji bo parastina penîrê sîrik yê Wanê yê ku bi 20 nebatên cuda tê çêkirin û xureka sereke ya taştê ya Wanê ye dabû destpêkirin gihîşte encamê.

 

Penirê Wanê ji ber bîhn û tehma xwe ji penêrên din cuda ye. Penîr bi şîrê mihan û "punga beyanî, cetûrî, sîrik, mendik, helîs, siyabo" yên wekî nebatên bi şifa tê zanîn tê çêkirin. Penîrê sîrik wekî tehma Wanê hat tescîlkirin.




Saziya Marqe û Patentê ya Tirkiyeyê (TURKPATENT) belgeya tescîlê ya nîşana herêmê da penêrê sîrik esnafên penîr difroşin ji bo vê belgeyê kêfxweş bûn.




Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiyê ya TSOyê ya Wanê Faruk Bîner diyar kir ku ji bo tescîlkirina penîrê sîrik demeke dirêj e dixebitîn û keda wan berhewa nebû.




Bîner got ku ji 200 salî zêdetir e ku penîrê sirîk li ser sifreyan e û wiha pê da çû: "Penêrê sîrik ji bo me girîng e, deynê histûyê me ye ku têxin marqe, biparêzin û bidin nasîn. Em dê êdî bibin xwediyê marqeyeke girîng. Dibê nixên xwe derxin holê û wan tescîl bikin."




Bîner got dibê li penêrê sîrik ê bi Wanê tê zanîn xwedî derkevin û wiha axifî: "Ji bo tescîlkirina penîrê sîrik 3 sal e em hewl didin. Me hevdîtin kirin. Divê ji bo penêr hin standard bihatina tesbîtkirin. Em dê wê jî di encama pêvajoyê de pêk bînin. Meri kîjan giha derket pêşiya wan dixistin nav penîr û qezenca neheq bi dest dixistin. Em dê êdî pêşî li vê bibirin."

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst