Şeqlawe (Rûdaw) – Sekreterê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî got, ku ji bo postê serokomariya Iraqê berbijêreke Kurdan hebe dê baştir be û da zanîn, ku ew dê li gel YNKê li ser vê mijarê biryarê bidin.
Fazil Mîranî li Şeqlawa piştî ahenga PDKê ya ji bo hilbijartinan bersiv da pirsên Rûdawê. Li ser pirsa; “Gelo li ser mijara posta serokomariyê hûn bi YNKê re gihiştine rêkeftinê?” Mîranî got: “Nexêr em hê jî negihiştine ti rêkeftinekê lê înşallah em ê rêkeftinê bikin.”
Derbarê pirsa; “Gelo ji bo serokomariyê dê berbijêrê we jî hebe?” Fazil Mîranî diyar kir: “Ya rast ew e gelek berbijêrên me nebin, tenê berbijêreke me Kurdan hebe. Divê em vê mijarê li gel partî û aliyên din ên Kurdistanê jî gotûbêj bikin. Rast e berbijêr ê PDK û YNKê ye lê mafê aliyên din jî heye li ser biaxivin. Herwiha divê em li gel aliyên Şîe û Sunnî jî biaxivin. Ji ber ku ev berbijêr dê bibe serokomarê Iraqê nabe yê Kurdan tenê.”
Fazil Mîranî da zanîn, ku ji bo zelalkirina vê mijarê dê ligel Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê careke din bicivin.
Li ser pirsa; “Eger ligel YNKê rênekeftin dê namzedê PDKê hebe?” Mîranî got: “Teqez dê hebe. Namzedê me dê ew kes be ku Serok Barzanî destnîşan bike.”
Ji bo qebûlkirin an jî nekirina namzedê YNKê, Sekreterê Polîtbûroya PDKê da xuyakirin: “Em vetoya kesî nakin û qebûl nakin kes jî me veto bike. Ev tişt ji xwe bi zimanê veto nabe.”
Derbarê gotegotên ku PDK û YNKê li ser postên parêzgariya Kerkûkê û serokomariya Iraqê li hev kirine Mîranî wiha axivî:
“Ev nerast e. Ji ber ku statûya Kerkûk hê jî di bin yasaya Bremer de ye. Hikûmeta Ebadî ev yasa binpê kiriye. Kurd di encûmena parêzgeha Kerkûkê de piranî ne. Şêweyê yasayî ew e ku encûmena parêzgehê rûne û parêzgarekî hilbijêre. Şêwazê din jî ewlekarî ye. Eger YNK lezê dikin, ku parêzgarekî Kurd bo Kerkûkê daynin, teqez ev rast e û parêzgarê Kurd ji yê Ereb ê niha baştir e. Ji ber ku parêzgarê niha proseya bierebkirinê daye destpêkirin. Lê parêzgarek be di bin bandora Heşda Şeibî de be û bêdesthilat be, nebe çêtir e.”
Derbarê egera wek serokwezîrê Iraqê hilbijartina Adil Ebdulmehdî jî Mîranî da xuyakirin, ku ew wî wek kesek xwedan şiyan û erkbirêvebir dibînin û erênî pêşwazî dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse