Fazil Mîranî: Eger YNK bi me re rêkevtinê neke me dê bo serokomariyê berbijêr hebe

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Polîtbûroya PDKê ragihand, "eger ku YNK li ser mijara  berbijêrê posta serokomariya Iraqê li gel me rêknekeve, wê demê dê PDK jî berbijêrê xwe nîşan bide."

 

Fazil Mîranî di hevpeyvînekê de ji Beşa Kurdî ya Dengê Amerîkayê (VOA Kurdî) re ragihandiye , ew hêvî dike ku li gel YNKê li ser yek berbijêrî bo posta serokomariya Iraqê weke xûlên berê yên parlamentoyê rêkbikevin û dibêje, "ev 3 xûlin ku ew post ji bo YNKê ye, bila vê carê ji bo PDKê be."

 

Mîranî dibêje, eger ew û YNK li ser mijara posta serokomariya Iraqê neghihin ti rêkevtinekê, wê demê dê PDKê jî berbijêrê xwe bibe nav parlamentoyê û bila Şîe û Sunne dengê xwe bidin û emê bibînin ka dê dengê xwe bidin kî, ji bo ku bibe serokomarê nû yê Iraqê.

 

Sekreterê Polîtboruya PDKê amaje bi wê yekê jî kiriye, heta niha ew nizane ku yek ji berbijêrên PDKê ye yan na û dibêje, wî navê xwe li gel navên Huşyar Zêbarî û Fûad Hisên ji medyaya erebî bihîstiye, lê heta niha kesekî jê re negotiye û ne jî CVya xwe amade kiriye û hizr jî li wê yekê jî nekiriye.

 

Derbarê gotegota ku amaje bi wê yekê dikin, ku li beramberî posta serokomar PDKê daxwaza posta parêzgarê Kerkûkê li YNKê dike, Fazil Mîranî gotiye, peywendiya Kerkûkê bi hilbijartinên parlamentoya Iraqê ve nîne û daye xuyakirin, ku PDKê li gel YNKê komîteyeke hevbeş bo asaykirina rewşa Kerkûkê pêk anîne.