Geştyariya Herêma Kurdistanê: Hatina geştyaran tevgerek baş xistiye bazarê
Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa sektora geştiyarî li Herêma Kurdistanê ber bi vejandinê ve diçe û di dema derbasbûyî de rêyên di nav bera Iraq û Herêma Kurdistanê de ji bo çûnûhatina geştiyaran hatin vekirin. Li gor berpirsên geştiyarî li Herêma Kurdistanê heta niha sedê 60ê hotêl û motêl û mêvanxaneyan dest bi karên xwe kiriye.
Geştyrî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve girîngiyeke zêde pêtê dan, lê îsal Corona wiha kir ku ev sektor zerareke zêde bibîne.
Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzara Herêma Kurdistanê dibêje, piştî ku hikûmetê biryara çûn û hatinê di navbera parêzgehan û parêzgehên Iraqê de asayî kir, tevgereke geştyarî li Herêma Kurdistanê destpê kir.
Nadir Rostî, Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzara Herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re ragihand: “Ji Cejna Qurbanê ve cihên geştyariyê hatine vekirin û vejandin, hatina geştyaran tevgereke baş dan bazar û cihên kar û cihên geştyariyê. Tê çavrêkirin rewş baştir bibe û grûpên geştyarî tên Silêmanî û Hewlêr û hêvîdarin Duhokê jî lixwe bigirin.”
Serokê Şaxê Hewlêrê yê Komeleya Mêvanxane û Xwaringehên Herêma Kurdistanê, herçiqas Coronayê zerarên bibandor û xerab li ser xwaringeh û hotêlan çêkiriye, lê bi vekirina rêyên çûnûhatinê di navbera bajaran de kir ku vejandinek çêbibe.
Zîrek Biya Îlya, Serokê Şaxê Hewlêrê yê Komeleya Mêvanxane û Xwaringehên Herêma Kurdistanê, ji Rûdawê re got: “Niha rewşa kaftiryayan baştir e, %60 hotêlan ketine kar û li xalên kontrolê jî asankarî bo tîmên geştyariyê tê kirin.”
Ligor amarên hikûmetê, sala 2018ê 3 milyon û 57 hezar geştyran serdanna Herêmna Kurdistanê kirine, ku ji sedî 47 beramberî sala berî xwe zêde bûye.