Heta niha çarenivîsa 2887 Kurdên Êzidî yên revandî nediyar e
Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha ew Kurdên Êzidî yên Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê DAIŞê ve di sala 2014ê de hatibûn revandin , çarenivîsa 2887 kesî ji wan ku piraniya wan jin û zarok in nediyar e.
Aliyên peywendîdar ên Kurdên Êzidî û çavdêr dibêjin piraniya Êzidiyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin dibe ku di nav girtiyên DAIŞê yên li kampên Rojavayê Kurdistanê de bin.
di vê derbarê de Farûq Tozo berpirsê Mala Êzdiyan li Herêma Cezîra Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand.
Berpirsê Mala Êzidiyan li Herêma Cezîrê Farûq Tozo, di vê derbarê de ragihand, weke Mala Êzidiyan xebatên wan ji bo kesên nebedî ku piraniya wan jin û zarok in berdewam in û dibêje, “Ne vaşartî ye xort û zilam hatine kuştin.”
Tozo herwiha da zanîn, ku niha pirsgirêkeke mezin derbarê wan Kurdên Êzidî li ba wan çêbûye, dibêj dema ew Êzidiyên rizgarkirî digihên ba wan, DAIŞê bi hişmendiya wan lîstiye, lewra demek divê heta wan çareser dikin, herwiha bi gotina navborî, dibe gelek Êzdiyên revandî di kampa Holê di nav kesûkarên DAIŞê de ne, nikarin an newêrin xwe eşkere bikin.
Farûq Tozo dibêje, “Karê me zehmet dibe ji ber ku her ku demdirêj dibe mana wan li kampê, pir hişmendiya wan tê guhertin. Tên tirsandin.”
Di dema dawî de, gotgotkek li navçeyê derket, ku Tevî du saziyên taybet bi Kurdên Êzidî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hene, lê bo dosyeya wan Êzdiyên revandî ji aliyê DAIŞê ve ti hevahengî di navbera wan de nîne.
Di vê derbarê de berpirsê Mala Êzidiyan li Rojavayê Kurdistanê dibêje, “Li gor derfetên xwe em wan kesan derbasî aliyê Şingalê dikin.”
Aliyên peywendîdar bi dosyeya Kurdên Êzidî yên revandî ji aliyê DAIŞê ve tekez dikin, ku divê bo zanîna çarenivîs û rizgarkirina wan Êzidiyên revandî hemû aliyên navherêmî û navdewletî hvehengiyê bikin, daku ev terajîdayaya bidawî bibe.