Mala Êzdiyan: Kurdên Êzdî yên revandî li nav kampan newêrin xwe aşkere bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Heta niha ew Kurdên Êzdî yên Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê DAIŞê ve di sala 2014ê de hatibûn revandin , çarenivîsa 2887 kesî ji wan ku piraniya wan jin û zarok in nediyar e. Berpirsê Mala Êzdiyan li Herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê, Farûq Tozo ji Rûdawê re got, em texmîn dikin gelek kesên revandî yên Kurdên Êzdî li kampên Rojavayê Kurdistanê bin, lê nawêrin xwe aşkere bikin.

Aliyên peywendîdar ên Kurdên Êzdî û çavdêr dibêjin, piraniya êzdiyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin dibe ku di nav girtiyên DAIŞê yên li kampên Rojavayê Kurdistanê de bin, lê nawêrin xwe aşkere bikin

Di vê derbarê de Berpirsê Mala Êzdiyan li Herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê, Farûq Tozo  ji Rûdawê re ragihand: “Ji kesên ku heta niha ne xuya ne ji milletê me yê Şingalê, piraniya wan jin û zarok in, weke hemû ragihandina cîhanê jî dizane, xurt û zilam piranî hatine kuştin , hatine veşartin û hatine nebedîkirin. Nivşek jî heye ji zarokan, ku bi zehmetî bû.”

Tozo herwiha da zanîn, ku niha pirsgirêkeke mezin derbarê wan Kurdên Êzdî li ba wan çêbûye, dibêj dema ew Êzdiyên rizgarkirî digihên ba wan, DAIŞê bi hişmendiya wan lîstiye, lewra demek divê heta wan çareser dikin, herwiha bi gotina navborî, dibe gelek êzdiyên revandî di kampa Holê di nav kesûkarên DAIŞê de ne, nikarin an newêrin xwe e bikin.

Berpirsê Mala Êzdiyan li Herêma Cezîrê got:  “Zehmettir dibe karê me, ji ber ku bi qasî ku dirêjtir dibe mana wan li kampê, pir hişmendiya wan tê guhertin, di serê wan de dixwînin, gelek hewldan hene ji bo ku wan bitirsînin, (bi gotinên wek) ewana dê we bikujin, baweriya we bi wan neyê. Bi vê astê yanî kesên ku tên em ji wan dipirsin, çima heya niha xwe nedidan xuyakirin. Piştî demekê ku tên, ew hişmendî û ew tirs jî ji bala wan derdikeve .”

Di dema dawî de, gotgotek li navçeyê derket, ku tevî du saziyên taybet bi Kurdên Êzdî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hene, lê bo dosyeya wan Êzdiyên revandî ji aliyê DAIŞê ve ti hevahengî di navbera wan de nîne.

Aliyên peywendîdar bi dosyeya Kurdên Êzdî yên revandî ji aliyê DAIŞê ve tekez dikin, ku divê bo zanîna çarenivîs û rizgarkirina wan Êzdiyên revandî hemû aliyên navherêmî û navdewletî hvehengiyê bikin, daku ev terajîdayaya bidawî bibe.