Li Silêmaniyê kesek bi tometa kuştin û birîndarkirina du endamên PKKê hat girtin

18-09-2021
RÛDAW
Nîşan Asayişa Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Operasyonên Hevbeş a Silêmaniyê desteserkirina kesekê bi tometa kuştin û birîndarkirina du endamên PKKê li Silêmaniyê, ragihand.

Rojên pêncşem û înê, li Silêmaniyê êrişên çekdarî ser du endamên PKKê çê bûn û li ser van bûyeran, Odeya Operasyonên Hevbeş a Silêmaniyê ragihand, di heyama kêmtir ji 24 demjimêran de, “plan” hat eşkerekirin û tawanbarê sereke yê wan herdu kiryaran hat desteserkirin.

 Li gor ku di daxuyaniyê de hatiye, Odeya Operasyonên Hevbeş a Silêmaniyê li ser raspardina Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî hatiye pêkanîn û ji Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê, Ajansa Parastin û Zanyarî - Zanyarî, Rêveberiya Asayişa Parêzgeha Silêmanî, Rêveberiya Giştî ya Dije Teror û Rêveberiya Polîsê Silêmanî pêk hatiye.

Li gor daxuyaniyê ew odeya operasyonên hevbeş, bi mebesta lêkolîn û lêgerîna li pey tometbarên du kiryarên di du rojên derbasbûyî de hat pêkanîn û “karî di heyama kêmtir ji 24 demjimêran de, plane eşkere bike û tawanbarê sereke yê wan herdu kiryaran desteser bike.”

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ew kiryar jî; “ya yekem roja 16ê Îlonê rû da û kesek tê de birîndar bû û bûyera duyem jî roja 17ê Îlonê rû da û kesek tê de hat terorkirin.”

Her di wê daxuyaniyê de hatiye, “tobetbar bo dadgehê hatiye şandin ku cezayê xwe werbigire” û hatiye tekezkirin, “Em ji vir bo hemû aliyan radigihînin ku Silêmanî bajarê aramiyê ye bo her kesê bêyî ciyawazî û asayiş û bajar û hemwelatiyan jî parastî ye.”

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed, duh Înê li Silêmaniyê derdora demjimêr 09.00 rastî êrişeke çekdarî hat  û di encamî de jiyana xwe ji dest da.

Li gor ku medyaya PKKê ragihandiye, Yasîn Bulut “ji ber pirsgirêkên tenduristiyê” serdana bajarê Silêmaniyê kiribû.

Yasîn Bulut di sala 1957an de li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûbû û sal 1978an tevlî refên PKKê bûye.

Herwiha roja pêncşemê jî endamekî din ê PKKê yê bi navê Ferhad Başkundur ê temen 33 salî ku xelkê Rihaya Bakurê Kurdistanê ye, li Silêmaniyê li ber dukana xwe rastî êrişa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû.

Cigirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî duh êrişa li ser Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed, şermezar kiribû daxwaz kiribû tawanbar di zûtirîn dem de werin dîtin.

Qubad Talebanî tekez kiribû, “Silêmanî bajarê aramî û seqamgiriyê ye bo her kes û her kes jî dikare li jêr siya aramî û asayişa vî bajarî bijî bêyî ti ciyawaziyekê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst