Li Sêwazê di otomobîlê de teqîn: Zarokek mir, 2 zarok birîndar in
Hewlêr (Rûdaw) - Li Sêwaza Bakurê Kurdistanê di otomobîleke parkkirî de teqînek çêbû. Zarokekî di otomobîlê de mir û 2 jî birîndar bûn.
Li Taxa Dîrîlîşê li cihê bazarê, di otomobîla bi plakaya 58 AFZ 458 a parkkirî de teqîn çêbû.
Di bûyerê de cêwiyên bi navê E.U. û E.U. (17) û M.T.Y. (16) birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîman birîndar birin nexweşxanayê lê E.U. li nexweşxaneya bajêr mir.
Tê texmînkirin ku teqîn ji ber gaza heste çêbûye.