AMED - Ji ber nexweşiya tebeqê li gundekî karantîna heye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê gundek ji ber nexweşiya tebeqê hat karantînakirin û tevgera bazara ajelan hat sînordarkirin.

Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê ji 1ê Tîrmehê ve li hinek parêzgehan ji ber nexweşiya tebeqê gelek bazar girtibûn û tevgera ajelan sînordar kiribû ku yek ji wan parêzgehan jî Amed bû.

Îro hat ragihandin ku li navçeya Peyasê ya Amedê gundek ji ber nexweşiya tebeqê hatiye karantînakirin û tevgera bazara ajelan jî hatiye sînordarkirin.

Di çarçoveya tedbîrên wezaretê de li 17 navçeyan, tîmên erkdar dest bi karê derzîkirinê kiribû.

Li Amedê heta niha 600 hezar ajel hatine derzîkirin ku bi giştî dike ji sedî 40ê ajelan.

Rayedaran ragihandibû dema ku rêjeya derzîkirinê bigihe ji sedî 85an dê bazar bê vekirin.

Li gor texmînan, li parêzgehê li gel 600 hezar ajelên mezin nêzîkî 2 milyon û 100 hezar ajelên biçûk jî hene.