Li Efrînê çarenivîsa kesekî Kurd ne diyar e
Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê kesekî 40 salî berî 4 rojan li ber deriyê bajarê Efrînê ji aliyê komên çekdar ên “Artêşa Nîştimanî” ve hat desteserkirin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Li gorî çavkaniyan, binpêkariyên bi vî rengî li herêmê berdewam dikin
Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan ragihand ku kesê desteserkirî xelkê gundê Şêx Bîlalê yê snavçeya Racoyê ya Efrînê ye.
Dema ku ji gundê xwe diçû Helebê, li bajarê Efrînê hatiye desteserkirin û piştre çekdar ew biriye cihekî nediyar.
Ciwanekî din jî hatibû girtin
Rewangehê her wiha da zanîn ku çekdarên koma El-Emşatê 8ê Îlonê jî gencekî 27 salî li gundê Qenterê yê navçeya Mabatayê desteser kiribûn.
Ew genc nû bi malbata xwe re piştî heşt salan ji koçberiyê vegeriyabû mala xwe.
Li gorî zanyariyan, çekdaran bi ser malê de girtibû, êrişî xort û bavê wî kiribû û dest danîbûn ser telefonên hemû endamên malbatê.