Larîcanî bo Barzanî: Nabe li Herêma Kurdistanê rê bidin tevliheviyê

Tehran (Rûdaw)- Serokê Parlamentoya Îranê Elî Larêcanî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re ragihandin ku, nabe tevlihevî û nakokî li Herêma Kurdistanê werin dirustkirin.

Li gorî malpera Hikûmeta Kurdistanê, îro danê sibehê li Tehranê Elî Larêcanî û Nêçîrvan Barzanî civiyan û di wê hevdîtinê de behsa rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê hat kirin.

Di civînê de, Larêcanî ragihand: “Nabe rê ji derketina tevliheviyê û nakokiyan li Herêma Kurdistanê re vekirî be, ji ber ew bi xwe navçeyeke aram e. Divê hewl bên dan ku pirsgirêk bi gotûbêj û diyalogê bên çareserkirin, herwiha karê sereke rûbirûyê metirsiya terorê û kirîza darayî be.”

Elî Larêcanî tekez kir ku: “Komara Îranê di hemû deman de piştevanê Herêma Kurdistanê bûye û alîkariya wê kiriye û dê li ser wê alîkariyê berdewam jî be. Em hêvîdar in ku nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi gotûbêjan çareser bibin.”

Herwiha Barzanî alîkariyên Komara Îranê bo Herêma Kurdistanê bilind nirxand û derbarê aloziyên Başûrê Kurdistanê jî ragihand: “Pêngavên vê dawiyê yên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê bo aramkirina rewşê bûn û gotûbêj û diyalog di navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê de bo çareserkirina pirsgirêkên navxwe, berdewam dibin.”

Serokwezîr Barzanî tekez kir ku hewlên jinavbirina metirsiya DAIŞê berdewam in.

Nêçîrvan Barzanî wiha got: “Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide pêwendiyên xwe ligel Îranê û hêvî dike ku ew pêwendî bihêztir bibin.”