Fewza Yûsif: Ev ne rêkeftin tenê agirbest e
Hewlêr (Rûdaw) - Endama rêveberiya TEV-DEMê Fewza Yûsif ragihand ku ji bo çareseriyeke siyasî û aştî daxwazên wan jî çêbûne û diyar kir ku ew agirbestê erênî dibînin.
Endama rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Fewza Yûsif beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û rêkeftina di navbera Amerîka û Tirkiyê de nirxand.
Fewza Yûsif got ku ev ne rêkeftin lê agirbest e û ji bo rawestandina şer erênî ye û diyar kir, “Me jî dixwast bi rêyên aşitiyane çareser bikin, lêbelê Tirkiyê şer ferz kir.”
Ew berpirsa TEV-DEMê dibêje ew dê guftugo û nirxandinên xwe li ser wê rêkeftinê bikin û piştî wê dê helwesta xwe bi awayekî fermî aşkere bikin. Yûsif diyar jî kir ku niha gelek tişt zelal nebûne.
Fewza Yûsif diyar kir ku ji bo agirbest bê cîbicîkirin, ew dê li gel Amerîkayê kar bikin û got, “Ji bo çareseriyeke siyasî daxwazên me çêbûn. Me rêkeftina li gel hikûmeta Sûriyê jî kir û ev ne li dijî helwesta me ya ji bo çareseriya siyasî ye. Tirkiye jî her çiqas berovajî wê tevbigere jî her tim dibêje ew yekgirtina axa Sûriyê dixwaze. Me weke aliyekê Sûriyê li gel hikûmeta Sûriyê li hev kir. Dewleta Sûriyê niha jî dewleteke rewa ye ku ji aliyê Netewên Yekgirtî ve tê qebûlkirin. Parastina sînoran erka wan e. Şer ne di berjewendiya me û ne jî di berjewendiya Tirkiyê de ye û ji bo Tirkiyê jî bû sedema encamên xerap.”
Fewza Yûsif ragihand ku ji bo parastina berjewendiyên xelkê çi ji destê wan bê ew dê bikin û derbarê rêkeftinê û herwiha egera vekişîna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di heyama 5 rojan de, got, “Ya girîng ew e bê ka kîjan hêz dê cihê HSDê bigirin li wan deveran û kîjan hêz dê bibe garantor û asta vê garantoriyê li qada navdewletî û Sûriyê çi ye, ev meseleyên gelek girîng in. Em dixwazin asayîşa xelkê me bê misogerkirin. Eger Amerîka bi awayekî fermî garantoriya xwe ragihîne em jî dê vekişîna hêzên xwe erênî bibînin.”
Derbarê bicihkirina wê rêkeftinê ji aliyê Tirkiyê ve jî Yûsif got, “Tirkiyê di dîrokê de gelek caran rêkeftinên ku kiribûn binpê kirine. Lê em hêvîdar in ev rêkeftin bicih were. Ev şer ne di berjewendiya ti aliyan de ye. Ez nikarim bi rehetî bibêjim Tirkiye dê pabendî vê rêkeftinê bibe.”
Wê berpirsa TEV-DEMê herwiha tekez jî kir ku heta misogeriyek bo asayîşa xelkê neyê dayîn ew ti rêkeftinan qebûl nakin.