Li Dêrsimê hemû cure çalakî hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dêrsimê bo heyama 30 rojan hemû cure çalakî hatin qedexekirin.

Li parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê, bo maweyê 30 rojan encamdana hemû cure çalakiyan bi biryara parêzgeriya wî bajarî hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê di heyama mehekê de encamdana civîn, xwepêşandan, mitîng, avakirina stant û konan, girevên bircîbûnê, merasîmên bibîranînê, vekirina poster û pankartan, belavkirina danezan û belavokan û herwiha pêkanîna konferansan di sînorên wê parêzgeha Kurdistanê de qedexe ne.

Herwiha li gor wê daxuyaniyê ew qedexe îro dest pê dike û heta roja 16ê Mijdarê jî derbasdar e.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê ev heyameke dirêj e ji ber sedemên cuda biryarên qedexekirina çalakiyan û derketina derve tên dayîn.