18 Photos
Îro salvegera jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed e ku bi gelêrî di nava Kurdan de wek Mewlûd tê naskirin û bi vê helkeftê, li Hewlêrê bi sedan kes li ber kelha dîrokî ya bajêr li hev civiyan û mewlûda pêxember pîroz kirin.
Li Herêma Kurdistanê, salane welatî bîranîna jidayikbûna pêxemberê Islamê dikin.
Bi sedan kes ji bo pîrozkirina Qendîla Mewlûdê li Keleha Hewlêrê ya dîrokî hatin ba hev.
Di dema pîrozbahiyê da şêniyên bajêr di destê wan da flamayên ku navê Hezretî Mihemd li ser e bi xwe re gerandin û srûdên olî gotin.
Li Hewlêrê gelek esnafan jî wekî her sal şêranî û vexwarin belav kirin.
Li Herêma Kurdistana bi boneya Qendîla Mewlûdê îro wek betlaneya fermî ye.
Foto: Bilind Tahîr / Rûdaw