Li Erziromê agir bi mizgefteke dîrokî ket
Erzirom (Rûdaw) - Li Erziroma Bakurê Kurdistanê agir bi banê mizgefteke dîrokî ket. Agirê mizgeftê bi alîkariya polîsan ji aliyê tîmên îtfaiyeyê ve hat vemirandin.
Hat zanîn ku agir ji ber sedemeke nediyar bi banê Mizgefta Mumcuyê ya li navçeya Yakutuyê ketiye ew mizgeft ji sedsala 18an maye.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên îtfaiyeyê çûn cihê bûyerê. Agir bi alîkariya polîsan û bi midaxeleya tîmên îtfaiyeyê hat vemirandin.