Komîteya Vejandina Gola Urmiyeyê: Gol dê heta 5 salan ji nû ve avê bigire
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Plansaziyê yê Komîteya Vejandina Gola Urmiyeyê ragihand ku gol dê di nava 5 salan de ji nû ve avê bigire.
Birêvebiriyê her wiha îdiayên ku dibêjin hin gundên derdora golê ji ber zêdebûna xwêyê hatine valakirin, red dike.
"Di 5 salên bê de dê avê bigire"
Birêvebirê Plansaziyê yê Komîteya Vejandina Gola Urmiyeyê Seîd Îsapûr got, “Pispor li ser wê yekê hemfikir in ku dibe di kêmtirî 5 salên bê de gol ji nû ve avê bigire.”
Seîd Îsapûr amaje bi ava ku diherike Gola Urmiyeyê kir û got ku berî ku av bigihîje golê, li cihên din bi awayekî neyasayî tê bikaranîn û got:
“Eger em îsal karibin rê li ber wê bikaranîna neyasayî bigirin, bê guman di nav çar-pênc salên bê de proseya vejandinê dê bigihîje armanca xwe.”
Îdiayên valakirina gundan hatin redkirin
Serokê Desteya Birêvebira a Federasyona Pîşesaziya Avê ya Îranê Riza Hacî Kerîm 1ê Çiriya Pêşîn, ragihandibû ku ji ber ziwabûna Gola Urmiyeyê, hinek navçeyên derdora golê ji ber zêdebûna xwêyê hatine terikandin.
Birêvebirê Plansaziyê yê Komîteya Vejandina Gola Urmiyeyê ev gotin red kirin û got ku gotinên Riza Hacî Kerîm tenê pêşbînî ne û wiha domand:
“Me hişyarî daye wî, eger heta 10 rojên din ji gotinên xwe bi paş ve venegere yan jî belgeyekê li ser valabûna gundên derdora Gola Urmiyeyê pêşkêş neke, em dê giliyên wî bikin.”
Seîd Îsapûr sedema tomarkirina gilînameyê bi "têkdana raya giştî" ve girê da û got, “Divê pêşbînî û rastî ji hev bên cudakirin û derbarê çarenivîsa golê serê xelkê neyê tevlihevkirin.”
Rewşa dawî ya Gola Urmiyeyê
Niha beşeke mezin a rûberê Gola Urmiyeyê ziwa bûye.
Li gorî pîvana herî dawî, ava beşa bakur a golê bi temamî çikiyaye û li beşa başûr jî tenê 600 heta 700 kîlometreçargoşe av maye lê kûrahiya avê tenê 15 heta 20 santîmetre ye.
Havîna borî rûberê golê hezar û 140 kîlometreçargoşe bû û yek milyar û 630 milyon metrekab av tê de hebû.