Talebanî: Em li Kerkûkê berî Kurdan xizmeta aliyên din dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di bangeşeya partiya xwe ya li Silêmaniyê de diyar kir ku ew Îraqeke bihêz û yekgirtî dixwazin û anî ziman, "Îraq a me hemûyan e."

Serokê YNKyê Bafil Talebanî ji wan dengderên Îraqî yên ku biryar daye beşdarî dengdanê nebin re got, "Çima hûn nayên dengê xwe nadin YNKyê, YNKyê ti caran êş û kul nedane Îraqiyan."

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê 11ê Çiriya Paşîn werin kirin.

Bafil Talebanî di bangeşeya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de berê xwe da alîgirên partiya xwe û ragihand:

"Mafê we li Bexdayê ye, tiştê ku em dikin dê paşeroja tevahiya Îraqê biguherîne, armanca me jî xizmeta xelkê Kurdistan û Îraqê ye."

Serokê YNKyê armanca sereke ya partiya xwe wekî "xizmetkirin" bi nav kir û da zanîn:

"Tenê armanceke me heye, ew jî xizmet e, divê hikûmet xizmeta xelkê bike."

Talebanî her wiha rexne li nebûna xizmetguzariyan girt û got:

"Derfetên kar nînin, elektrîk ne wekî pêwîst e û wekî pêwîst xizmeta astengdaran nayê kirin."

Bafil Talebanî tekezî li ser bihevrejiyana aştiyane ya li Kerkûkê kir û anî ziman:

"Em li wî bajarî berî Kurdan xizmeta aliyên din dikin."

“Îraq a me hemûyan e”

Serokê YNKyê ducare kir û got:

"Em Îraqeke bihêz û yekgirtî dixwazin, Îraq a me hemûyan e.

Projeyên me yên li dijî gendeliyê û ji bo xizmetguzariyên bingehîn hene, em bi awayekî realîst difikirin."

Bafil Talebanî berê xwe da namzedên partiya xwe û ji alîgiran re ragihand:

"Ev nûnerên Kurdistan û Îraqê ne, karê we ew e ku hûn li Bexdayê xizmeta Kurdistan û Îraqê bikin.

Xizmeta ciwan, jin, kesên astengdar, malbatên şehîdan û girtiyên siyasî bikin."

Talebanî ji namzedên partiya xwe re jî got, "Ez qebûl nakim ku hûn li Bexdayê li dû berjewendiyên xwe bikevin."