Gola Wanê roj bi roj biçûk dibe: Goristan derketin holê

Hewlêr (Rûdaw) - Asta ava Gola Wanê roj bi roj kêm dibe û metirsiya li ser gola herî mezin a Kurdistanê zêde dibe.

Ji ber guherîna avhewayê, bilindbûna pileyên germahiyê û kêmbûna baranê, hişkesalî sal bi sal zêde dibe û Gola Wanê jî biçûk dibe.

Li herêma Gola Wanê, rêjeya hilmê ku salên berê di navbera 900 û 1200 mîlîmetreyan de dihat pîvandin, îsal ji ber germahiya zêde derket ser 2 hezar mîlîmetreyan.

Serokê Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê Necmettîn Elmastaş got:

“Li derdora Gola Wanê û li herêma me di van salên dawî de baran bi awayekî cidî kêm bûye.

Li hinek deveran hema bêje rêjeya barana salane nîvenîv daketiye.

Ji ber wê jî pêvajoya hişkesaliyê bi awayekî cidî didome.”

Piştî daketina asta avê, li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê gundên ku berê di bin avê de mabûn derketin holê û li nav golê giravên nû çêbûn.

Akademîsyenê Zanîngeha Erenê ya Bedlîsê Mehmet Demîrtaş jî anî zimên:

“Berî ku ava golê bilind bibe, ev der cihê niştecîbûnê bû.

Hinekî li jor gundê Axaxê hebû ku niha navê wê kirine Beştaş û mezraya gundê Edebaxê ye.

Cihê berê yê gund ev der bû lê piştî ku av bilind bû, gund veguhastine ser rê.

Ev cih goristaneke dîrokî ye, divê were parastin û ji bo nifşên nû were veguhastin.

Her wiha divê li vê derê lêkolînên berfireh werin kirin.”

Li Bakurê Kurdistanê hişkesaliyê herî zêde bandor li herêma Gola Wanê kiriye.

Li gorî nexşeya ku ji aliyê Birêvebiriya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ve sala 2022yan hatiye belavkirin, herêma rojavayê Gola Wanê di nav qadên hişkesaliya tund ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de cih digire.