Sîpan Hemo: Em amade ne tevlî artêşa Sûriyeyê bibin lê mercên me hene

Hewlêr (Rûdaw) - Sîpan Hemo ragihand ku ew amade ne tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bibin.

Hemo got, "Mercên me ew in ku divê nasname, têkoşîn û qurbaniyên HSDyê bên parastin û mafên hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bên misogerkirin."

Sîpan Hemo her wiha destnîşan kir ku pêngavên bê yên hikûmeta Şamê dê diyar bikin ka dê pêvajoya tevlîbûnê bileztir bibe hêdî bibe an jî raweste.

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser hevdîtinên HSD û Şamê ji Navenda Ragihandinê ya HSDyê re axivî.

Sîpan Hemo behsa astengiyên li pêşiya pêvajoya tevlîbûnê ya piştî Peymana 10ê Adara 2025an kir.

Fermandarê HSDyê teqez kir ku heta sîstemeke demokratîk û dadmend pêk were, HSD dê wekî hêzeke neteweyî ya giştî ku hemû Sûriyeyiyan diparêze bimîne.

Endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê got, "Em bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, silavê li hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeya giştî dikin.

Wekî hûn dizanin, di navbera me û hikûmeta Şamê de zincîreyek civîn û diyalogan birêve diçin. Têgeha 'tevlîbûnê' ji rêkeftina 10ê Adarê ve ketiye nav edebiyata dan û standinên me."

Hemo diyar kir ku HSDyê ji destpêka avabûna xwe ve ji bo Sûriyeyeke demokratîk a li ser bingeha beşdariyê û misogerkirina mafên hemû pêkhateyan têkoşiyaye û wiha pê de çû:

"Hêzên me ji bo vê armancê hatin damezrandin û hîn jî pê ve girêdayî ne.

Wan şerên dijwar li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê û hemû aliyên êrişkar kir û di vê rêyê de qurbaniyên mezin dan."

HSD: Projeyeke siyasî û civakî ye

Sîpan Hemo tekez kir ku HSD ne tenê hêzeke leşkerî ye, belkî xwedî armanceke siyasî û civakî ya zelal e û got, "HSDê ji destpêkê ve têkoşîna xwe ya li dijî marjînalkirin, dîktatorî û zilmê ragihand û li dijî wan têkoşiyaye."

Tevlîbûn ji bo avakirina artêşa nû ya Sûriyeyê pêwîst e

Endamê Fermandariya Giştî ya HSDyê got, "Em hewl didin tevlî artêşa Sûriyeyê ya ku tê avakirin bibin. Em bawer dikin ku HSD bingeha avakirina artêşa nû ya neteweyî ye.

Di rastiyê de, bêyî beşdariya HSDyê avakirina artêşeke neteweyî ya Sûriyeyê ne mimkin e.

Di vî çarçoveyê de me amadebûna xwe ji bo tevlîbûna artêşa nû ragihand, ev armanca me ya stratejîk e."

Hemo îdiayên ku HSD pêvajoya tevlîbûnê asteng dike red kir û wiha got:

"Hêzên me bi astengkirin an hêdîkirina pêvajoya tevlîbûnê hatin tawanbarkirin lê ev îdia qet ne rast in.

Berevajî vê, em dixwazin tevlî artêşa nû bibin lê hinek alî hewl didin pêvajoya tevlîbûnê li gorî nêrînên teng şîrove bikin ku hîn jî dîlê zîhniyeta rejîma berê ne.

Ew alî hewl didin hêzên me tune bikin an nasnameya me ya siyasî, civakî û îdarî ji holê rakin. Em dê vê yekê qet qebûl nekin."

Hemo teqez kir ku tevlîbûna ku ew daxwaz dikin divê nasnameya HSDyê biparêze û rêzê li têkoşîna wê bigire û got, "Em ne tenê behsa bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin, belkî behsa hemû pêkhateyên Sûriyeyê dikin ku divê beşdarî avakirina Sûriyeya nû bibin.

Sunî, Durzî, Mesîhî, Kurd û Elewî, eger mafê tenê pêkhateyekê neyê naskirin, wê demê Sûriye hîn ji wê zilma ku demeke dirêj jê êş kişandiye xilas nebûye."

Civîna dawî ya Şamê: Divê encamên berbiçav hebin

Sîpan Hemo li ser civîna dawî ya li Şamê wiha got, "Di civîna dawî de ya bi beşdariya me, Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û hejmarek berpirsên Amerîkayê atmosfereke erênî hebû."

Hemo da zanîn ku ti encamên berbiçav bi dest neketine û got, "Bêyî ku rêkeftinên zelal û nivîskî hebin encam tenê bi sozên devkî û hêviyên giştî sînordar man.

Me teqezî li ser wê kir ku divê ev atmosfera erênî bibe pêngavên pratîkî yên li ser erdê."

Astengiyên bawerî û ewlehiyê

Hemo diyar kir ku wan di civînê de mekanîzmayên tevlîbûna HSDyê gotûbêj kirine.

Wan her wiha sedemên avakirina HSD û têkoşîna wê bi dirêjî şîrove kirine û eşkere gotine ku ew sedem hîn jî hene.

Li gorî Hemo, ji bo serkeftina pêvajoya tevlîbûnê, divê metirsiyên li ser gelê wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin çareserkirin û got:

"Li gorî baweriya me, hikûmeta demkî hîn jî nikare hesta ewlehî û aramiyê li cem pêkhateyên cuda çêbike.

Wê pêngavên cidî ji bo rakirina metirsiyan neavêtiye. Me di demên dawî de nêzîkatiyên karesatbar ji aliyê hikûmetê û hêzên wê ve dîtin.

Kuştinên komî yên li dijî Elewî û Durziyan û kaosa ewlehiyê ya li welat belav bûye, vê yekê nîşan didin.

Van kiryaran astengiyeke cidî li pêşiya hewlên tevlîbûna HSDyê çêkirin."

Êrişa Şêx Meqsûdê û metirsiyên nû

Fermandarê HSDyê Hemo êrişa li ser taxa Şêx Meqsûdê jî bi bîr xist û got, "Di demekê de ku em behsa tevlîbûna HSDyê dikin, taxa Şêx Meqsûdê li Helebê rastî dorpêç û êrişê hat.

Ev yek tevî Peymana 10ê Adarê bû ku hêzên me li gorî wê ji herêmê vekişiyan. Komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê hewl dan tiştê ku li Siwêda û peravê qewimî dubare bikin.

 Wan ji deh aliyan ve êrişî taxê kir. Eger berxwedana xelkê tunebûya, dê karesat mezintir bûya."

Hemo eşkere kir ku wan ji berpirsên Şamê re gotiye ku lezkirina pêvajoya tevlîbûnê bi pêngavên wan ve girêdayî ye.

Sîpan Hemo mînaka Efrînê da û got, "Me ji wan re got ku helwesta we ya li hemberî Efrînê dê bibe pîvana rastîn.

Vegerandina koçberên Efrînê, qerebûkirina ziyanên wan û darizandina berpirsan, nîşaneyên cidiyeta hikûmetê ne."

HSD: Hêzeke niştimanî ya giştî

Sîpan Hemo careke din teqez kir ku HSD hêzeke niştimanî ya Sûriyeyê ye û ew tekane hêz e ku dikare bi hemû pêkhateyan û hikûmeta Şamê re têkiliyê deyne.

Peyam ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Hemo di dawiyê de bangî gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê kir û got, " Ji bo parastina gelê xwe û avakirina welatekî hevpar me bi hezaran şehîd dan.

Em îro li herêmên xwe bi saya HSDyê di ewlehî û aramiyê de dijîn lê beşên din ên Sûriyeyê di nav kaosê de ne.

Divê em destkeftiyên xwe biparêzin û li hemberî hemû komployan bisekinin. Divê gelê me baweriya xwe bi hêz û şervanên xwe bîne ku ew dê her tim wan biparêzin."