Li Merîwanê mamosteyekî zanîngehê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Mamosteyê Zanîngeha Azad a Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê Dr. Hesen Ferecî, ji aliyê hêzên Îranê ve li cihê karê xwe hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê Ferecî veguhastine cihekî nediyar û çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Li gorî rapora Hengawê

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, Dr. Hesen Ferecî ji aliyê hêzên Îdareya Îtilaatê ve li cihê karê wî hatiye girtin û ew biriye cihekî nediyar.

Ti pêwendî bi malbata xwe re danenîye

Li gorî heman çavkaniyê, Dr. Ferecî ji dema desteserkirinê ve ti pêwendî bi malbata xwe re danenîye û hewldanên malbatê yên ji bo agahdarbûna ji çarenivîsa wî bê encam mane.

Heta niha ti agahiyên zelal derbarê sedemên girtina wî, tohmetên ku li ser wî hatine danîn û cihê ragirtina wî de nîne.

Dr. Hesen Ferecî Endamê Desteya Zanistî ya Zanîngeha Azad a Merîwanê ye û xwediyê doktoraya fîzyolojiya werzîşê ye.