AGIRÎ - Li 10 siyasetmedarên Kurd 177 sal ceza hat birîn
Sirri Sakik: Ev biryar li dijî îradeya jiyana hevpar e
Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Agiriyê, di doza ku 10 siyasetmedar tê de dihatin darizandin de, bi giştî 177 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li wan birî.
Di nav kesên ku ceza xwarine de endamê Encumena Şaredariya Agiriyê yê DEM Partiyê jî heye.
Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê sala 2015an derbarê 16 kesan de bi hincetên "endamtiya rêxistinê", "alîkariya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê" û "tundî û gef" lêpirsîn dabû destpêkirin.
Dadgehê duh di rûniştina dozê de biryara xwe da.
Bi giştî 177 sal û 7 meh cezayê girtîgehê
Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Agiriyê cezayên girtîgehê wiha diyar kirin:
Şakir Kiliç (Endamê Encumena Şaredariya Agiriyê yê DEM Partiyê): Ji sûcên cuda bi giştî 44 sal
Engîn Dursun: 24 sal
Fîgen Aslan: 18 sal
Ramazan Bayram: 18 sal
Mehmet Îzcî: 11 sal û 9 meh
Yilmaz Dursun: 8 sal û 9 meh
Şakîr Çaçan: 7 sal û 6 meh
Murat Karagul: 6 sal û 3 meh
Serkan Yazici: 6 sal û 3 meh
Çûn dadgehê, hatin girtin
Şakir Kiliç, Şakir Çaçan, Yilmaz Dursun û Mehmet Îzcî yên ku ji bo şopandina rûniştinê çûbûn dadgehê hatin girtin.
Derbarê Ramazan Bayram, Fîgen Aslan û Engîn Dursun de jî biryara girtinê hat dayîn.
Murat Karagul, Serkan Yazici û Nesîp Aslan bi şertê darizandina bêgirtin hatin berdan.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), ji bo şopandina dozê, endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê, Hevşaredarên Agiriyê Memet Akkuş û Hazal Aras, endamên encumena şaredariyê û gelek kes li ber avahiya edliyeyê kom bûn.
Dema ku welatiyên girtî ji avahiya edliyeyê hatin derxistin, girseyê dirûşma berz kirin.
Her wiha di heman rojê de, di dozeke din de Ridvan Kahraman bi hincetên "endamtiya rêxistinê" û "birîndarkirina sivik" 24 sal û 10 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Cezayê girtîgehê li Parlamenter Berdan Ozturk jî hat birîn
Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Agiriyê 6 sal û 4 meh cezayê girtîgehê da Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk.
Berdan Ozturk beşdarî Rûniştinê nebû lê parêzerê wî amade bû.
Sakik bertek nîşan da
Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik li dijî biryarê bertek nîşan da.
Sakik li ser hesabê xwe yê Xê wiha nivîsî:
“Îro li Agiriyê, 16 hevalên me yên ku bûne wijdana vî bajarî; ku bi salan e di nav siyaseta demokratîk de cih digirin ku her kes wan nas dike û ji wan hez dike ku piraniya wan pîr û nexweş in, bi cezayên giran ên wekî 40, 30, 24 salî hatin cezakirin.
Yek ji wan jî Parlamenterê DEM Partiyê Berdan Ozturk e.
Van mirovan çek negirtine destê xwe; bi fikir û gotinên xwe têkoşîn kirine. Ma em dê bi vî awayî bigihîjin îradeya jiyana hevpar û paşeroja hevpar?
Dema ku li aliyekî gotinên aştî, biratî û destûra nû bilind dibin; li aliyê din dayîna cezayên ew qasî giran ji bo mirovên ku siyasetê dikin, di kîjan têgihiştina edaletê û kîjan wijdnanî de cih digire?”