Hevserokên DEM Partiyê dê Demîrtaş û Yuksekdagê ziyaret bikin
Enqere (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, sibe dê hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê ziyaret bikin.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya DEM Partiyê, Bakirhan û Hatîmogullari dê sibe saet di 10:00an de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Edîrneyê bi Selahattîn Demîrtaş re bicivin.
Hevserokên DEM Partiyê, heman rojê piştî nîvro saet di 14:30an de jî dê Fîgen Yuksekdaga ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Ewlehiya Bilind a Kandiraya Kocaeliyê girtiye ziyaret bikin.
Hat ragihandin ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, piştî hevdîtina bi Demîrtaş re, saet di 12:00an de dê li ber Girtîgeha Edîrneyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de dê her du ziyaret bên nirxandin û derbarê rewşa siyasetmedarên girtî de agahî bên parvekirin.