Ocalan bangî Dayîkên Aştiyê kir: Divê qalibên civaka kevneşopî bên şikandin
Amed (Rûdaw) - Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan peyamek ji bo konferansa Dayîkên Aştiyê re şand û got, Divê hûn li rex nasnameya xwe ya dayîkbûnê, di heman demê de bi nasnameya jina azad û bi hişmendiya xwe jî têbikoşin.”
Meclisa Dayîkên Aştiyê piştî 12 salan, 3yemîn konferansa xwe bi dirûşmeya “Dayîk pêşengên civaka demokratîk û aştiyeke mayînde ne” li ÇandAmadê li dar dixe.
Ji bilî Dayîkên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên DBP û DEM Partî hevşaredar, parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî konferansê bûn.
Li salona konferansê posterên Abdullah Ocalan û wêneyên dayîkên aştiyê yên ku jiyana xwe ji dest daye hatin daliqandin. Konferans dê du rojan bidome.
Di konferansê de peyama Abdullah Ocalan a ji bo konferansê hat xwendin.
Peyama Abdullah Ocalan wisa ye:
"Ez herî zêde rastiya jiyanê û sebrê ji dayîka xwe hîn bûm lê ya herî girîng jî sekna rast a serbilindiyê bû. Ez Dayîkên Aştiyê, yên xwedî vê sekna serbilind û bi rûmet, silav dikim û ji bo konferansa we serkeftinê dixwazim.
"Divê hûn bi nasnameya jina azad û hişmendiya xwe têbikoşin"
Jin çawa bixwaze divê wisa bijî lê divê cesareta wan a ji bo jiyaneke azad jî hebe. Min rêzgirtina xwe ya ji bo jinan li ser rêgeza 'divê azadî bi ramanê dest pê bike' ava kiriye.
Hûn wek Dayîkên Aştiyê, parêzvanên jiyanê û berxwedêrên aştiyê, her tim di têkoşîna me ya azadî û aştiyê de di refên herî pêş de cih girtine.
Helbet, wekî dayîk cihê we di berxwedana me de bê nîqaş lê belê, ez di wê baweriyê de me ku divê ew qalibên jinbûn û dayîkbûnê yên ku civaka kevneşopî ferz dike, bên şikandin.
Hûn divê li rex nasnameya xwe ya dayîkbûnê, di heman demê de bi nasnameya jina azad û bi hişmendiya xwe jî têbikoşin.
Ev erdnîgariya ku yekem car civaka dayîksalar lê derketiye, di heman demê de cihê yekem ê nakokî û pirsgirêkên civakî ye jî.
Kolekirina jinê û kolekirina civakê bi hev re dimeşe. Berevajî fikra ku tê zanîn, koletî ne bi derketina dewletbûnê, lê bi kolekirina jinan dest pê kiriye.
"Rêya derketina ji pirsgirêkan avakirina jiyaneke komunal û demokratîk e"
Ev nakokî û pirsgirêkên civakî çavkaniya pirsgirêkên îro ne. Rêya derketina ji vê pirsgirêkê avakirina jiyaneke komunal û demokratîk a hevpar e.
Banga me ya ji bo aştî û civakeke demokratîk a ku me di 27ê Sibatê de kir, erk û berpirsiyariyekê li ser tevgera jinan û Dayîkên Aştiyê bar dike. Serdemeke nû dest pê dike.
Rêxistinkirina jiyaneke sosyalîst a li ser bingeha pergala komunal a demokratîk dê bi aştiyê pêkan be.
Li ser vî esasî ez hemû Dayîkên Aştiyê silav dikim û di xebatên wan de serkeftinê dixwazim."
Konferans bi axaftinan berdewam dike.