Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Firset Sofî: Min kurekî xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî ji ber koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê, Dr. Firset Sofî peyamek belav kir û ragihand, jidestdana ciwanekî dilsoz ê weke Dr.Firset zirareke mezin e û “min kurekî xwe ji dest da.”

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Nûçeya koça dawî ya Dr. Firset Sofî, Parêzgarê Hewlêrê ez gelek xemgînin û dilteng kirim. Xwedê jê razî Dr. Firset Sofî mînakek ji jêhatîbûnê, dilsozî û destpakiyê û kadroyekî niştimanperwer û çalak bû di demeke kêm de karî xwe îsbat bike û di nava dilê gel de cihê xwe veke.”

Îro Çarşemê di demjimêrên destpêkê yên sibehê de, Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firset Sofî ku bi vîrusa Coronayê ketibû û ji bo dermankirinê bo derveyî welat hatibû birêkirin, koça dawî kir.

Roja 19ê Cotmeha 2020, Rêveberê Ofîsa Parêzgarê Hewlêrê ragihandibû, “piştî encamdana pişkinînê derket holê ku Firset Sofî bi vîrusa COVID-19 ketiye”. Paşê ji ber xirabiya rewşa wî ya tendirustiyê, ew bo derveyî welat hatibû şandin.

Firset Sofî sala 1978an li qezaya Çomanê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê ve ji dayik bûbû û di meha Îlona îsal de weke parêzgarê Hewlêrê hatibû destnîşankirin.