Plana Amerîkayê hat pesendkirin: Hemas dibêje, ‘Ev dagirkeriyeke nû ye’
Hewlêr (Rûdaw) – Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî pêşnûmaya Amerîkayê ya ji bo Xezeyê pesend kir.
Pêşnûma avakirina "Desteya Aştiyê" û erkdarkirina "Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî" li Xezeyê pêşbînî dike.
Di dengdanê de 13 welatan dengê "erê" da. Çîn û Rûsyayê jî dengê "bêalî" bikar anîn. Hemasê bertek nîşanî biryarê da û ragihand ku ev yek "ferzkirina wesayeta navneteweyî" ye.
Çîn û Rûsyayê dengê 'bêalî' da
Nûnerê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz beriya dengdanê axivî.
Waltz diyar kir ku ev pêşnûma dê ji bo aştiyeke mayînde bibe qonaxeke girîng.
Mike Waltz her wiha got ku pêşnûma li ser bingeha "plana aştiyê ya 20 xalî ya Serok Trump" hatiye amadekirin.
Nûnerê Amerîkayê da zanîn ku welatên wekî Qeter, Misir, Siûdî, Tirkiye, Endonezya û Pakistan piştgiriyê didin pêşnûmayê.
Mike Waltz pirsî, "Eger welatên Ereb, Filistînî û Îsraîlî vê biryarê qebûl bikin, kî dikare li dijî wê derkeve?"
Nûnerê Rûsyayê Vassily Nebenzia sedema dengê xwe yê bêalî eşkere kir.
Nebenzia ragihand ku di pêşnûmayê de derbarê radestkirina kontrola Xezeyê ji birêvebiriya Filistînê re zelalî nîne.
Nebenzia her wiha got ku ev biryar "kiryarên kolonyal" tîne bîra mirovan.
Nûnerê Çînê Fu Cong jî dilgiraniyên bi heman rengî anîn zimên û got ku biryar "ji gelek aliyan ve kêm e û cihê fikaran e.”
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî bi pesendkirina pêşnûmayê kêfxweş bû.
Guterres her wiha bangî hemû aliyan kir ku pabendî biryarê bibin.
Hemasê bertek nîşan da: Ev wesayeta navneteweyî ye
Hemasê derbarê pêşnûmayê de daxuyaniyek belav kir. Hemasê ragihand ku ev biryar "wesayeta navneteweyî" ferz dike.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev biryar Xezeyê ji erdnîgariya din a Filistînê vediqetîne û Filistîniyan ji mafê çarenivîsê bêpar dihêle."
Hemasê destnîşan kir ku erkdarkirina hêzeke navneteweyî ji bo bêçekkirina berxwedanê, wê hêzê dike aliyekî şer.
Hemasê da zanîn ku divê her hêza navneteweyî ji bo çavdêriya agirbestê tenê li ser xeta sînor be.
Naveroka pêşnûmayê
Li gorî pêşnûmayê dê li Xezeyê "Desteya Aştiyê" bê avakirin ku pêvajoya jinûveavakirina Xezeyê bi rê ve bibe.
Di heman demê de dê "Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî" jî bê damezrandin.
Erkên Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî: Ewlekirina sînoran, aramkirina ewlehiyê, bêçekkirina Xezeyê, parastina sivîlan û piştgirîdayîna operasyonên mirovî.
Pêkhatina Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî: Hêz dê ji aliyê welatên beşdar ve bên dabînkirin û dê bi şêwirmendiya Misir û Îsraîlê kar bikin.
Çarenivîsa Filistînê: Di metnê de tê gotin, "Piştî ku Birêvebiriya Filistînê reforman pêk bîne û jinûveavakirin bigihîje asteke diyar, wê demê rêya dewletbûnê ji bo Filistînê vebe."
Maweyê dema erkan: Karê Desteya Aştiyê dê heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2027an bidome û Konseya Ewlehiyê dikare vê demê dirêj bike.