Mihemed Îsmaîl: Şandeya Kurdî hatiye piştguhxistin
Dihok (Rûdaw) - Mihemed Îsmaîl ragihand ku dan û standinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de tenê “devkî” ne û ti garantî yan jî tiştekî nivîskî nîne.
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl diyar kir ku şandeya hevbeş a Kurdî ya ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê de hatibû avakirin, ji aliyê HSD û Şamê ve hatiye piştguhxistin û ev yek jî cihê dilgiraniya wan e.
Foruma 6emîn a Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Dihokê tê lidarxistin û Serokê ENKSyê Mihemed Îsmaîl jî yek ji beşdaran e.
Mihemed Îsmaîl li Dihokê derbarê pêwendiyên di navbera Şam û HSDyê ji Rûdawê re axivî.
“Dan û standinên HSD û Şamê devkî ne”
Mihemed Îsmaîl li ser dan û standinên HSD û Şamê got:
“Ew şandeyên teknîkî yên ku diçin û tên û li ser mijarên îdarî û leşkerî dan û standinan dikin, li gorî gumana me ew dan û standin devkî ne û tiştekî nivîskî nîne.
Tiştekî ku garantî be, heta niha nîne.”
Mihemed Îsmaîl da zanîn ku ew pêbendî nêrîna hevbeş in ku di Konferansa Yekrêziyê de derketibû holê û anî ziman:
“Ew nêrîneke sedî sed a Kurdan e li ser paşeroja Sûriyeyê û mafê Kurdan.
Lê ew şandeya ku mafê neteweyekî ye, heta niha guhdan pê nehatiye kirin, ev jî cihê dilgiraniya me ye, çi li ba Kek Mezlûm (Ebdî) be, çi jî ji cem hikûmeta Şamê be.”
“Guhertineke mezin li Sûriyeyê çêbû”
Serokê ENKSyê bal kişand ser guhertinên piştî nemana desthilata Beşar Esed û wiha pê de çû:
“Piştî çûyîna Ehmed Şer a Amerîkayê Sûriye bû yek ji beşdarên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî terorê, li dijî DAIŞê.
Ev guhertineke mezin e. Sûriye berê alîkara terorê bû, niha li dijî terorê ye.”
Mihemed Îsmaîl diyar kir ku ew dibînin ku her aramî û başiyeke li herêmê çêbibe ji bo wan baş e.