Fuad Husên: Dewleteke di nava dewletê de nayê qebûlkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku dewleteke di nava dewletê de nayê qebûlkirin.
Fuad Husên her wiha bangî partiyên Kurdan kir ku li Bexdayê xwedî helwesteke hevpar bin.
Foruma 6emîn a Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya li Dihokê tê lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî tevlî forumê bû axaftinek pêşkêş kir.
Fuad Husên bal kişand ser paşeroja ewlehiyê ya Îraqê û got, "Di navbera salên 2003-2005an de, şerê mezhebî bi taybetî li Bexdayê giran bû.
Ferq nedikir navê te Heyder be yan Omer, mirov tenê ji ber navên xwe dihatin kuştin."
"Komên çekdar mijareke navxweyî ye"
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê tekez kir ku mijara komên çekdar bi temamî mijareke navxweyî ye û divê desthilata dewletê bê xurtkirin û got:
"Têgeha dewleteke di nava dewletê de nayê qebûlkirin. Armanca me xurtkirina dewletê ye."
"Îran şer naxwaze lê xwe ji bo şer amade dike"
Fuad Husên derbarê pêwendiyên Amerîka û Îranê jî diyar kir ku dan û standin rawestiyane û got:
"Îran şer naxwaze lê xwe ji bo şer amade dike. Xelkê Îraqê jî êdî şer naxwaze.”
Fuad Husên her wiha parastina demokrasî û federalîzmê wekî garantî ji bo hebûna Îraq û Herêma Kurdistanê bi nav kir û got:
"Destûr bingeha Îraqê ye û divê bê bicihkirin. Hebûn û hêza Herêma Kurdistanê jî girêdayî vê yekê ye."
"Divê partiyên Kurdan xwedî helwesteke hevpar bin"
Fuad Husên bangî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku hevkariyê bikin û got ku helwesteke siyasî ya hevpar a Kurdan li Bexdayê dê ji bo bicihkirina destûrê bibe garantî.
Zêbarî: Bahoza li Rojhilata Navîn bi dawî nebûye
Endamê Polîtburoya PDKyê Hoşyar Zêbarî jî di heman forumê de axivî û hişyarî da ku "bahoza li Rojhilata Navîn bi dawî nebûye û her kêlî dikare vegere."
Hoşyar Zêbarî hêzên çekdar ên nefermî wekî yek ji gefên herî mezin ên li ser Îraqê bi nav kir û got ku divê hêzên milîs bikevin bin sîwana Wezareta Parastinê.
"Pêvajoya aştiyê pozîsyona Kurdan xurt kir"
Hoşyar Zêbarî derbarê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî got ku ew yek ji qonaxên herî baş ên ku Tirkiye gihîştiyê bû û got, "Pêvajoya aştiyê pozîsyona Kurdan gelekî xurt kir."
Wî he rwiha amaje bi gotinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku pirsgirêka Kurdan bi çekan çareser nabe û diyalog pêwîst e.