Davutoglu: Divê Demîrtaş demildest bê berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ragihand ku hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş bê berdan.
Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ji bo beşdarbûna F Foruma 6emîn a Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) li Dihokê ye.
Ahmet Davutoglu pirsên Nûçegihanê Rûdawê Naîf Remezan bersivandin.
Davutoglu li ser pirsa "Hûn pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê çawa dibînin?" got:
"Ew yek ji pêvajoyên herî stratejîk ên serdema dawî ye, ji ber vê yekê ez bi temamî piştgiriyê didimê û hêvîdar im ku bi ser bikeve."
Banga berdana Demîrtaş
Davutoglu derbarê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, bersiveke zelal da û got:
"Belê, ez hêvîdar im, ez piştgiriya berdana wî dikim. Divê di dema herî kurt de bê berdan."