Kurdî jî di nava bernameya Şaredariya Viyanayê de ye

18-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Şaredariya Viyanaya paytexta Awustiryayê bernameyeke taybet ya telefonên zîrek ji bo hevtêgihiştin û xizmeta pirrçandiyê deranî. Di nava her 8 zimanên bernamê de kurdî jî heye. Herwiha şaredariya Viyanayê li kesên ku pirrtûkan bi zimanên cuda ji şagirt û zarokên diçin baxçeyê zarokan re bixwînin digere.

Bernameya telefonên zîrek ya bi navê “Wiener Sprachen App“ zimanê koçberên cuda yên li Viyanayê dijîn di nava xwe de dihewîne. Di beşa zimanê kurdî ya bernameyê de wekî zimanên din, navên bi kurdî, ferheng û hevokên rojane yên bikêr hene. Hemû nav, peyv û hevokên di bernamê de dikarin bi deng jî werin guhdarkirin. Herwiha di nava bernameyê de salmaneyeke taybet ya ku hem rojên cejnên olî yên olên cûda û hem jî cejnên netewî yên netewên cuda di nava xwe de dihewîne heye. Di nava salnameyê de roja cejna Newrozê û wateya wê jî hatiye bicihkirin.

Sîstema wergerandinê jî lê tê zêdekirin

Karmenda şaredariyê Anica Matzka-Dojder derbarê bernameyê de got ku armanca wan ya bi vê bernameyê xizmeta welatiyên li Viyanayê ye û herkes dikare jê sûda pirrzimaniyê werbigire. Berdevkê Partiya Keskan yê Întegrasyonê Şenol Akkiliç jî derbarê vê xizmeta şaredariyê de wiha axivî: “Daniştvanên Viyanayê dikarin bi vê xizmeta şaredariyê pirrzimaniya xwe pêşde bibin. Ev bername bi taybetî ji bo ciwanên ku bi rêya telefonên zîrek bi hevre têkiliyan didaynin hatiye amadekirin. Em qîmetê didin pirrzimaniya ciwanan û piştgiriya pirrçandiya wan dikin.“

Li ser bernameyê 5 hezar dengên tomarî yên ji têgeh û hevokan bigirin, heta navan hene. Bername ji 8 zimanên mîna almanî, kurdî, polonî, tirkî û romenî pêk tê. Hevok û têgehên di bernameyê de dikarin  bi rêya e-mail û SMSê jî ji hevre werin rêkin. Di mekeke kurt de wê xizmeta wergerandin û antremana fêrbûna zimanan jî di nava bernamê de were bicihkirin.

Xwendina pirrzimanî li benda serîlêdaran e

Ji hêla din ve projeya bi navê “Muttersprachliche LesepatInnen“ ya bajarê Viyanayê jî berdewam dike. Di çarçoveya vê projeyê de jî kesên bixwazin, dikarin bi piştgiriya şaredariyê bi zimanên cuda pirtûk û çîrokan li dibistan û bexçeyên zarokan bixwînin. Kesên bi vê mebestê serî li şaredariyê bidin, wê alîkariya pedagojîk ya di warê xwendinê de werbigirin.

Bernameya telefonên zîrek ya bi navê “Wiener Sprachen App“ dikare ji navnîşana www.sprachen.wien.at were daxistin. Herwiha kesên bixwazin li dibistanan û bexçeyên zarokan bi zimanê kurdî û zimanên din ji zarok û şagirtan re pirtûkan bixwînin, dikarin di malpera şaredariya Viyanayê de agahdariyên berfirehtir werbigirin.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst