Hemîd Derbendî li ser civîna ENKSê û EGRKê axivî

18-12-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) Berpirsiyarê Dosya Rojavayê Kurdistanê di dîwana serokatiya herêma Kurdistanê de, Dr. Hemîd Derbendî, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê, di derbarê civînên di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd (ENKS) û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de got, ew civîn hîn berdewam dikin.


Derbendî diyar kir ji ber ku rewş gelekî hestiyare, ji bo lihevhatineke pir alî û demdirêj dem ji wê yekê re lazim e, lê belê her du aliyan li ser gelek xalan li hev kirine.


Dr. Hemîd Derbendî her wiha ragihand ku ji hevdîtinan bi hêvî ne û wê sibe, di derbarê encamên dawiyê yên wan civînan de, daxuyaniyeke fermî ya hevbeş ji raya giştî re were weşandin.


Berpirsiyarê Dosya Rojavayê Kurdistanê, her wiha got, ji ber ku karê wan hebû, wê parlamentera Kurd ya serbixwe Leyla Zana û şaredarê Amedê Osman Baydemir, ku navbênkariyê di navbera her du liyan de dikin, wê vegerin Tirkiyê.


Ew hevdîtin di bin çavdêriya serokê herêmê Mesûd Barzanî de birêve diçin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst