Şerê Şingalê: Çekdarên DAIŞê teslîm dibin!
Dihok (Rûdaw) – Pêşveçûna hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê didome û çekdarên DAIŞê jî paşve direvin û li hinek deverên jî teslîm dibin!
Jêderekî ji hêzên Pêşmerge yên li devera Şingalê ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de pêşde diçin û da zanîn ku çarrêyanên Şerfedîn-Dihola û Herdanê ketine destê Pêşmerge.
Wê jêderî eşkere kir ku li devera Uwênatê çekdarên DAIŞê direvin û çeper û bingehên xwe vala dikin, li hinek deveran jî ala spî bilind dikin û teslîm dibin.
Li gorî agahiyên wî pêşmergeyî, li devera Mişêrfe ya Şingalê derdora 40 çekdarên DAIŞê hatine dorpêçkirin.
Hêzên Pêşmerge îro danê sibê dest bi operasyoneke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê yên li devera Şingalê kirine û heta niha gellek gundên wê deverê rizgar kirine.