Rêya serekî ya Sinûn-Tileferê ket destê Pêşmerge
Dihok (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge û şervanên êzîdî rêya navbera nahiyeya Sinûnê ya Şingalê û bajarokê Tilefera Mûsilê kontrol kirine û pêşde diçin.
Yek ji fermandeyên Pêşmere li ser çiyayê Şingalê, Simê Boselî ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge û şervanên êzîdî rêya serekî ya Sinûn-Tileferê girtine.
Simê Boselî da zanîn ku ew rê bi qasî 15 km ye û diyar kir, hêzên Pêşmerge ji aliyê Zûmarê ve êriş dikin hêzên wan jî rêya serekî ya komelgehên Herdan, Zoarava, Guhbel û Borkê girtine ku heman rêya serekî ya Sinûn û Tileferê ye.
Wî fermandeyê Pêşmerge eşkere kir ku çekdarên DAIŞê li nav komelgehan de asê mane û pir kêm dengê fîşe û teqeyan tê.