11 Photos
5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê ku îsal mijarên sereke jîngeh û koç in, berdewam e.
Di roja duyem a festîvalê de jî ku sponsora wê ya medyayî Tora Medyayî ya Rûdawê ye, eleqeyeke mezin hebû û holên sînemayê tijî bûn.
Roja demjimêr 15.00 dest bi nimayîşkirina fîlman tê kirin û heta 18.30 berdewam dibe û paşê demjimêr 20.00 nimayîşkirina fîlman dest pê dike û heta 01.00ê şev berdewam dike.
Rojane di çarçova festîvalê de panel birêve diçin û îro bi navê ‘Penceşêra Cîhanî’ birêve çû.
Zanyariyên berfireh derbarê 5emîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê de...
Wêne: Bilind Tahîr/Rûdaw