Peyama Baregeha Barzanî ya li ser Çemçemalê: Mînaka bilind a piştgiriya neteweyî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Baregeha Barzanî, piştî karesata lehiyê ya li navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê spasiya welatî û rêxistinên civaka sivîl kir ku bi hawara mexdûran ve çûne.

Baregeha Barzanî di peyamê de tekez kir ku ruhê alîkariyê yê ku hatiye nîşandan "mînakeke bilind a piştgiriya neteweyî ye."

Baregeha Barzanî li ser karesata lehiyê ya li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê û derdora wê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di peyamê de pesnê hestyariya xelk û saziyên xêrxwaziyê hat dayîn ku piştî karesatê ji çar aliyên Başûrê Kurdistanê ketine nav liv û tevgerê û alîkarî gihandine mexdûran.

"Hêjayî teqdîreke mezin e"

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Piştî ku barana zêde li Çemçemalê û derdora wê bû sedema lehiyê rêxistinên civaka sivîl, welatî û xelkê me ji herêmên cuda yên Kurdistanê mînakeke berfireh a piştgiriyê nîşan da û bi hawara mexdûran ve çûn.

Em spasiya kesên ku destê xwe dirêjî mexdûran kiriye dikin.

Ev helwest mînakeke bilind a piştgiriya neteweyî û niştimanperwerî ya di navbera Kurdistaniyan de ye û hêjayî teqdîreke mezin e."

Baregeha Barzanî di dawiya daxuyaniyê de got, "Em ji bo welatiyên ezîz ên Kurdistanê hêviya aramî û silametiyê dixwazin."